Li Wanê 4 ciwan hatin îşkencekirin û destgîrkirin

Xizmên 4 ciwanên ku li taxa Hacîbekir a Wanê dema ku dixwestin biçin mala xizmê xwe ji bo sewalên xwe gîha bistînin, ji aliye polîsan ve hatin îşkencekirin û destgîrkirin, serî li Baroya Wanê û ÎHD'ê dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.

Ciwanên bi navê Yakup Pekel, Ersîn Pekel, Muhammed Balikçi û Civan Şakar ên li taxa Hacibekir (Xaçort) a Wanê dijîn, di 20’ê Adarê de dema ku ji bo sewalên xwestin biçina mala xizmê xwe Fesîh Pekel giha bistînin, rastî îşkenceya polîsan hatin û hatin destgîrkirin.

Polîsên ku ewil nasnameya ciwanan kontrol kirin lê rastî tu qeydên sûc nehatin û piştî li ser wesayîtê wêneyê Ahmet Kaya dîtin xwestin wesayîtê kontrol bikin. Ciwana xwest di dema kontrola wesayîtê de ew jî amade bin, lê polîsan destûra vê yekê neda û êrîşî ciwanan kirin.

Polîsan ji ber wêneyê Ahmet Kaya ciwan derb kirin. Her wiha di dema êrîşa polîsan de polîsek êrîşkar bi qûntaxa çekê li dilê Yakup Pekel xist û Pekel krîza dil derbas kir.

Şêniyên taxê yên ku li hewara ciwanan hatin, bang li ambulansê kirin. Dema ku ambulans hate cihê bûyerê, polîsan rê neda ku mudaxleyî Yakup Pekel bikin.

Piştî ku Yakup Pekel hate li ser hişê xwe polîsan ew destgîrkirin û birin Midûryeta Şaxa TEM'ê.

Ciwan 5 roj in li Midûryeta Şaxa TEM’ê tên girtin.

Xizmên kesên piştî bûyerê hatin destgîrkirin Fesîh Pekel û Nacî Şakar serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, Reşat Pekel jî serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê dan.