Li Wanê 3 kes hatin girtin

Li Wanê di 6-7’ê Nîsanê de di serdegirtina malan de 24 kes hatibûn destgîrkirin. Ji 24 kesan îro 3 kes hatin girtin.

Li Wanê di 6-7’ê Nîsanê de polîsan avêtibû ser gelek malan û 24 kes destgîrkirin. Ji 24 kesan îro 3 kes hatin girtin.

Piştî ku karê îfadeyê li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, kesên hatin destgîrkirin sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Li vir piştî dozgeriyê bi îdîaya "endamtiya rêxistina terorê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtina Metîn Duman, Mehmet Salîh Kîrat û Gorgin Kara da û 18 kesên ku di nav de Dayikên Aştiyê jî hene bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Kesên hatin girtin şandin girtîgehên Wanê.