Li Tendûrekê bomberdûman

Artêşa Tirk ji ber ku li wê derê têk çûye Çiyayê Tendûrekê bomberdûman dike.

Herêma Tendûrekê ya di navbera Bazîd û Diyadina Agiriyê û Bazîdaxa Wanê de ye, tê bomberdûmankirin. Bi mehan e li herêma tevgera hewayî heye û di destê sibehê de qada Girê Nêriya, Şikeft û Şehîdê ji aliyê helîkopteran ve tê bomberdûmankirin. Bomberdûman ji gundên Tutek, Kurteka û Mîrzecanê tê dîtin û ji herêmê dû bilind dibe.

Li gorî agahiyên ku ji kesên li herêmê hatine wergirtin, 3 roj in bi sedan leşker li Gundê Tutek, Goma Hecî Xalis û qada Girê Şehîdê de ne. Leşker li ser rêya ku diçe qada tê bomberdûmankirin, rêya Emîn Albay a ji gundê Tutekê diçe zozanan û a ku diçe qada Şehîdê xendekan dikole.

DI TÊKETIN Û DERKETINÊ DE KONTROL TÊ KIRIN

Hemwelatiyên ku ji gund û zozanan tên, di têketin û derketinê de rastî kontrolkirinê tên.

Di mehên dawîn de artêşa Tirk li Tendûrekê derbên giran xwar. Gerîla TV dîmenên çalakiya li dijî koordîneya operasyonê jî weşandibû.