Li temamiya Spanya û Portekîzê elektrîk qut bû
Hate ragihandin ku qutbûneke mezin a eletrîkê rû da ku bandor li temamiya Spanya û Portekîzê kiriye.
Hate ragihandin ku qutbûneke mezin a eletrîkê rû da ku bandor li temamiya Spanya û Portekîzê kiriye.
Li gorî nûçeyên medya herdu welatan, danê nîvro di asteke berfireh de elektrîk qut bû.
Li gorî rojnameya El Pais a Spanyayê, hem li Spanyayê hem jî li Portekîzê elektrîk qut bû.
Qutbûna elektrîkê bandor li raghandinê, balafirgehan û trenên zû kir. Her wiha bandor li lampeyên trafîkê û navendên bazarê jî kir.
Şîrketên elektrîkê yên bingehîn ên Spanyayê heta niha têkildarî sedema qutbûnê agahî nedane.
Êrîşa sîber jî di nav de gelek ihtimal têne nirxandin.
Li balafirgeha Lîzbonê ya Portekîzê bi qutbûna elektrîkê re bi hezaran rêwî matmayî man.
Hikumeta Portekîzê jî li ser qutbûna elektrîkê hîn daxuyaniyek nedaye.
Şîrketa belavkirina elektrîkê Red Elecrica Nacional ragihand ku qutbûnek li seranserê welêt e û hewl didin sedema vê yekê peyda bikin.
Li gorî medya Fransayê jî li başûrê welêt elektrîk qut bûye.