Li Telaferê 7 gund hatin rizgarkirin

Fermandarê Operasyoan Telaferê diyarkir ku li derdora Teleferê 7 gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirine. Li aiyê din Navenda Ragihandin Heşdî el Şeebî ji ragihand ku li Teleferê 2 herêm rizgarkirine.

Ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî el Şeebî ve operasyona rizgarkirina navçeya Telafer a Mûsilê îro danê sibehê bi navê 'Em hatin Telefer' hate destpê kirin. Fermandariya Polîsên Federal îro ragihandîbûn ku yekem bajarokê girêdayî navçeya Telaferê ya binavê Îbre Sexîre  (Îbra Biçûk)  rizgarkirin.

Fermandarê Operasyona Rizgarkinina TelAfer Refîq Ebdulemîr Reşîd li ser operasyonê daxuyanî da û wiha got; "Hêzên Dijî Terorê yên Artêşa Iraqê li başûr rojavayê Telaferê gundên Qerel Qiyûm û Keser Mîhreb rizgar kirin. Herwiha hêzên tûgaya 16 a artêşa Iraqê ji 5 gundên bi navê Bitêşe, Elem, Xeface, Celebiye Ulya û Mezarîf yên rojavayê Teleferê rizgarkirin."

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandina Bedir ya Heşdî el Şebî ku hêzên wan ji beşdarî operasyonê bûne, bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 herêmên li rêze çiyayê Sasan yên bi navê Ebîre Kebîre û Ebîre Necar kontrol bikin. Ev herdu herêm dikevin bakûr rojavayê Telaferê.

Herwiha artêşa Iraqê nexşeyek ji bilav kir, di nexşeyê de taxên Telaferê hatine diyarkirin. Herwiha navê hêzên beşdarî operasyona Telafer ji bûne li ser nexweşeyê heye.