Li Telaferê 15 gund û mezra ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin

Artêşa Iraqê ragihand ku di operasyona rizgarkirina Telaferê de bi giştî 15 gund û mezra ji DAIŞ’ê hatine stendin.

Hat ragihandin ku di operasyona rizgarkirina Telaferê de ya ku ji aliyê artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hatibû destpêkirin, 15 gund û mezra ji DAIŞ’ê hatine stendin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê duh 20 û îro jî 50 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, di operasyona rizgarkirina Telaferê de li başûrê rojavayê bajêr 6 û îro jî 9 gund û bajarok hatine stendin.

Hat diyarkirin ku DAIŞ beşeke mezin a hêzên xwe kişandiye navenda Telaferê.

Çeteyên DAIŞ’ê di 16’ê Hezîrana 2014’an de Telafer dagir kiribûn. Telafer 63 kîlometreyan li rojavayê Mûsûlê ye. Ji ber êrîşên DAIŞ’ê gelek Şîayên li herêmê koç kiribûn.

Tê diyarkirin ku artêşa Iraqê, hêzên polîsan a federal a antîteror û Heşdî Şabî tê de, nêzî 40 hezar kes beşdarî operasyona rizgarkirina Telaferê bûne.

Telafer li Iraq û Başûrê Kurdistanê cihê herî mezin e ku DAIŞ tê de ye. Bi rizgarkirina Telaferê re wê Hewîceya Kerkûkê û hin herêmên başûrê rojavayê Mûsûlê wê di destê DAIŞ’ê de bimîne.