Li Tebqayê şerê dijwar diqewime

Şerê piştî şervanên QSD’ê ji du baskan ve ketin Tebqayê qewimî, didome. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên bombebarkiri hatin îmhakirin.

Şevê din şervanên QSD′ê saet di 12.00′an de ji du baskan ve ketin bajarê Tebqayê. Ji wê demê ve û heta niha, li taxên Ayid Saxîra û Îskenderiyê şerê dijwar bênavber rû didin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan, hatin îmhakirin.

Di nava rojê de çeteyên DAIŞ′ê bi çekên giran, 3 êrîşên dijwar birin ser çeperên şervanên QSD′ê. Her wiha bi êrîşên sekvanî û wesayîtên bombebarkirî jî, hewl dan derbeyan li şervanan bixin.

Lê beriya her 2 wesayîtên bombebarkirî bigihêjin hedefa xwe, ji aliyê şervanan ve hatin îmhakirin. Di encama şerê pir dijwar de, her 3 êrîş di saetên beriya êvarê de, hatin şikandin. Tevî êrîşên çeteyan, hêzên QSD′ê li taxa Ayid Saxîra, nêzî 2 km pêşve çûn.

Di şerê heta niha d, hejmarek mezin çete hatine kuştin û hat diyarkirin ku cenazeyên bi dehan çeteyan li qada şer li erdê ne û di bin kontrola şervanan de ne. Her wiha panzêrek, 3 Hammer gelek wesayitekî leşkerî, ketin destê şervanan.

Ji şevê din ve, balafirên Koalîsyona Navnetewî jî 5 nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.

Tê gotin ku çeteyên DAIŞ′ê ji bo pêşî li pêşdeçûna şervanan bigire, gelek mayîn di nav bajar de çandine û sekvanên xwe li ser avahiyên bilind bi cih kirine.