Li Tabqayê şerê dijwar: 27 çete hatin kuştin
Hêzên Pêngava Xezeba Firatê di çarçoveya pêngava 4’an de bi pêş ve diçin û di navbera hêzên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar diqewime. Li gundê Mişerfa 27 çete hatin kuştin.
Hêzên Pêngava Xezeba Firatê di çarçoveya pêngava 4’an de bi pêş ve diçin û di navbera hêzên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar diqewime. Li gundê Mişerfa 27 çete hatin kuştin.
Pêngava 4’an ya Xezaba Firatê ya ku du roj berê hat destpêkirin didome. Di navbera hêzên QSD yên ku Tabqa bi çar aliyan ve dorpêç kirine û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar diqewime.
Duh b, şev li gundê Mişefra şerê dijwar qewimî. Wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ’ê jî berÎ ku xwe bigihîne armancê ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin.
Piştî şer derdora gundê Mişefra ji çeteyan hat rizgarkirinŞervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji wan 20 zarok gelek welatiyên sîvîl rizgar kirin û birin cihên ewle.