Li Swîsreyê bi deh hezaran jin daketin qadan: Divê têkoşîna femînîst were mezinkirin!

Li Swîsreyê bi wesîleya Greva Jinên Femînîst bi deh hezaran jin daketin kolanan û li dijî polîtîkayên cihêkarî yên li welêt dewam dikin, banga xurtkirina têkoşînê kirin.

LI SWÎSREYÊ GREVA JINAN A FEMÎNÎST

Jinên ku li Swîsreyê dijîn, bi wesîleya Greva Jinên Femînîst a kevneşop a 14'ê Hezîranê li gelek bajaran bi taybetî li Bern, Lozan, Cenevre, Delemont, Neûchatel, Frîboûrgê daketin kolanan. Li gelemperiya welêt zêdeyî sed hezar jin tevlî çalakiyên bi pêşengiya sendîka û rêxistinên jinan hatin lidarxistin bûn. Jinan daxwaza mûçeyê wekhev û teqawîtbûneke maqûl kirin.

Her çend armanca çalakiyê ya sereke newekheviya jin û mêr bû jî, jinan li dijî cihêkarî, şîdet û sîstema desthilatdariya mêr ku li her qadê raber dike, hêrsa xwe nîşan da.

'JIN ŞER NAXWAZIN'

Jinên ku li dijî polîtîkayên cihêkar careke din desthilatdar hişyar kirin, her wiha bal kişandin ser şerên li gelek navendên cîhanê rû didin û peyama "Jin şer naxwazin" dan. Jinan di axaftinên li mîtîngan de destnîşan kirin ku di navenda polîtîkayên zayendîperestî de sîstema baviksalariyê heye û destnîşan kirin ku femînîzm ji bo siberojê hêviyek e.

Greva jinan a neteweyî ya 14’ê Hezîrana 2019’an bi beşdariya zêdeyî nîv mîlyon jin pêk hatibû. Tevî ku sal derbas bûn jî jinan destnîşan kirin ku polîtîkayên cihêkariyê hîna li gelek qadên welêt dewam dikin û hat gotin ku jin wê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Di çalakiyên li gelek bajaran de, zêdebûna polîtîkayên dijberiya koçberiyê û bilindbûna polîtîkayên rastgir ên li Ewropayê hatin bibîr xistin û hat gotin ku divê têkoşîna femînîst a li hemberî van polîtîkayan bêhtir bê mezinkirin.

JINÊN KURD: BERXWEDAN AZAD DIKE

Jinên koçber ên ji her qada jiyanê jî tevlî çalakiyan bûn û jinên Kurd jî bi rengên xwe tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyên li hin bajaran hatin lidarxistin de li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de qala girîngiya têkoşîna ji bo mafên jinên Swîsreyî hat kirin û hat gotin, "Em encamên yekser ên şer, hilweşîn û desthilatdariyê ne tenê li kargeh û li ser bedena xwe dibînin, her wiha li ser derdor û xwezaya xwe li tevahiya cîhanê hîs dikin. Weke jinên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, em hêj li kolanan e û em îro jî li vir bi we re di grevê de ne. Şer, îstîsmar û koçberî em li tevahiya cîhanê belav kirin, lê me ti carî dest ji têkoşînê berneda."

Wate û girîngiya dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku li cîhanê belav bû jî hate bibîr xistin û bal hate kişandin ku divê di her qadê de hevgirtina jinan zêde bibe. Jinên Kurd gotin, "Bi Jin Jiyan Azadî re, bêyî nîjadperestî, zayendîperestî, îstîsmar û bêedaletiyê em dixwazin ber bi şoreşa jinê ya aştiyane ve biçin û di vê rêyê de ber bi azadiya hevpar ve bimeşin" û peyama "berxwedana jinê" azad dike dan.

BERN: DIVÊ TÊKOŞÎNA FEMÎNÎST BÊ MEZINKIRIN

Yek ji navenda çalakiyên herî mezin ên di çarçoveya Greva Jinên Femînîst de hat lidarxistin, paytext Bern bû. Jinên ku li qada Reîtschûle li hev civiyan û bi berzkirina dirûşmên bingehîn ên "Piştgirî, femînîzm û li dijî nîjadperestiyê" ketin tevgerê, ji wir heta Parlamenta Federal a Swîsreyê meşiyan.

Di meşa ku zêdeyî 35 hezar jin beşdar bûn de, hema hema hemû bajar bi rengê mor hat nixumandin û di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmên "Eger jin bisekine, cîhan wê bisekine", "Em daxwaza karê wekhev mûçeyê wekhev dikin", "Bijî têkoşîna femînîst", "Grev Grev Grev Femînîst", "Em li dijî faşîzm û baviksalariyê li ber xwe didin" hatin berzkirin.

JÎNA EMÎNÎ RÊ NÎŞAN DIDE

Di meşê de ku wêneyên Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû qetilkirin jî hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

Piştî meşê li pêşiya parlementoyê mîtîngek hate lidarxistin. Li vir jinan bal kişand ser polîtîkayên cihêkar ên li welêt rast tên û hat destnîşan kir ku jin wê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê li malê, li kar û dibistanê li her qadê li dijî sîstema baviksalariyê têkoşîn bê meşandin û hat gotin ku divê têkoşîna femînîst bê mezinkirin.