Li Sûrê protestoya hilweşînê: Em ji vir naçin!

Li Sûrê plana dewleta Tirk a hilweşandinê ji aliyê gel, partiyên siasyî û parlamenteran ve hat protestokirin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey a navçeya Sûr a Amedê li dijî hilweşandina xaniyan, rêxistinên navçeyê yên HDP, DBP û ESP'ê, parlamenterên HDP'ê û Odeya Mîmaran li Taxa Alîpaşayê çalakiya protestoyê lidarxistin. Gelek kesên ji taxên Alîpaşa û Lalebeyê tevlî çalakiyê bûn. Polîsên ku hatîn cihê çalakiyê gefa mûdaxeleya çalakiyê kir.

Bi pêşengiya rêxistinên DBP’ê yên Amed û Sûrê û rêxistina ESP’a Amedê bi boneya hilweşandina taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê bi beşdariya şêniyên taxan li kolana Dêra Meryem Ana daxuyaniya çapemeniyê hat li darxistin. Di daxuyaniyê de Parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Ziya Pîr, rêveberên DPB, ESP, HDP, KCD, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek şêniyên taxan amade bûn. Polîsan cihê daxuyaniyê dorpêçkirin û li gel hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Hêjayî gotinê ye ku şêniyên taxan ji zarokan heta kal û pîran amade bûn û li dijî xerakirina malên xwe nerazîbûn nîşan dan.

‘WÊ EV DER BIBE GORISTAN'

Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê DBP’a Amedê Zekî Baran axivî û diyar kir ku dewlet û desthilatdariyê ji sala 2015’an vir ve polîtîkaya xwe li ser kuştina zarokên kurdan û xerakirina bajarên kurdan ava kiriye û wiha got: “Di roja em gihîştinê de gelê Sûrê bi tunekirina dîrok û jiyana xwe ve rû bi rû maye. Sûr ne cihek ku ji hêzên dagirker re bê pêşkêşkirin û hespên xwe lê bi bezînin. Gelê Sûrê her roj di hedefa gefên hêzên dewletê de ye. Ev der ji bo şêniyên Sûrê cihek pîroz û bi rûmet e. Bila hemû cîhan û hêzên dagirker baş dizanibin, mal û cihên kurdan ji kesî re nabe war. Tenê dibe gor û goristan. Heta îro wisa bûye û wê ji îro şûn de jî wisa be.”

'EM JI VIR NAÇIN'

Piştî Baran li ser navê malbata dayîka bi navê Mevlude Kaya diyar kir ku cih û wareke ku biçinê tune ye, ew ji malên xwe dernakevin û ew ê ji vir neçin ti cihên din.

‘EM SERÊ XWE DIDIN LÊ DÎROKA XWE NADIN’

Welatiyê bi navê Mevlud Dagtaş jî li ser navê şêniyên taxan axivî û destnîşan kir ku ew ê ser û bedena xwe bidin lê xêniyên xwe nadin û ev tişt gotin: “Em ji bo pere xaniyên xwe nafirişon. Armanca me ew e ku em wekî berê li vir jiyana xwe ya birûmet bidomînin. Heke ku dixwazin bi tank û topên xwe malên me hilweşînin bila kerem bikin. Pir pir canek me heye û bila vî canî jî bikûjin. Me bi qûtkirina av û ceryanê tehdît dikin. Hûn qût dikin jî qût bikin. Em ne hewceyî we ne. Heta ku dilopek xwîna me hebe em xaniyên xwe nadin. Em şerefa xwe bi pereyan nafiroşin. Min bav, bira û hemû xizmên xwe li vir winda kiriye û defin kiriye. Ji ber vê ev xaniyên me berhemên me ne. Em dev ji dîroka xwe bernadin. Encax ew me bi pelçiqînin û cenazeyên me ji vir derbixin.”

BANG LI UNESCO HAT KIRIN

Herî dawî jî Hevserokê Odeya Avahîsazên Amedê Şerefxan Aydin wiha axivî: “Em wekî TMMOB û Odeya Avahîsazan rewşa Sûrê ji nêz ve dişopînin. Lê mixabin di nav du salên dawî de li Sûrê di bin navê qadên rantê de dagirkirina Sûrê mijara gotinê ye. Di bin navê ‘Em Sûrê çêdikin’ her cih kirin e qada rantê. Dixwazin li gorî dilê xwe bi demografî, planên mîmariyê û dîroka Sûrê bileyîzin û çêbikin. Li hemberî vê yekê em bang li hemû kes û derdorên demokratîk û histyar dikin ku xwedî li Sûrê derbikevin. Her wiha em ji Sûrê bang li UNESCO’yê jî dikin ku li hemberî xerakirina Sûrê bêdeng nemîne û li pişt biryara xwe bisekine. Ev taxên tên xerakirin giyana Sûrê ne. Heke ku dîrok û mal bên xerakirin ti wateya bedenên Sûrê jî namîne. Carek din em bang li rayedarên dewlet û hikûmetê dikin ku êrîşên li ser Sûrê rawestîn e.”

Daxuyanî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.