Li Sûrê meş û banga tevlîbûna çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang li gelê Sûrê kirin ku tevlî çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bibin.

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) partiyên siyasî û rêxistinên sîvîl li hev kom bûn û xwestin di çarçoveya bernameya Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Şêx Seîd belavokan belav bikin. Endamên MED-DER, Komeleya Wêjenasên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara DESTAR, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan girseya gel dorpêç kir û bûn asteng ku belavok werin belavkirin û egera vê yekê jî weke bikaranîna îfadeyên ‘’tecrîda li Îmraliyê’’ nîşan dan.

Girseyê bi sloganan nerazîbûna xwe ya li dijî astengiyan nîşan da û her wiha girseyê dorpêça polîsan têk bir û bang li gel kir ku beşdarî çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bibin. Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû bang li gel kir û got: ‘’Wê îro li Komeleya Çandê ya Dîcleyê bernameyeke me pêk were û wê çalakiyên me bidomin.’’

Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya Dem Partiyê Cemîle Tûrhalli jî axivî û got: ‘’Çalakiya me hate qedexekirin. Armanca me azadiya zimanê gelê me ye. Werin em li her derê bi Kurdî biaxivin.’’

Piştî daxuyaniyê şande li kolanên Sûrê geriya û bi devkî banga tevlîbûna çalakiyan kir. Di meşê de stranên Kurdî hatin strîn û dirûşmeyên weke; ‘Zimanê me rûmeta me ye’ û ‘Bê ziman jiyan nabe’ hatin berzkirin.