BI DÎMEN

Li Strasbourgê bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin

Gelê Kurd û dostên wan ên li Strasbourgê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin. Çalakvanan bal kişand ser rola Rêber Apo ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin ku divê têkiliya Rêber Apo ya bi gelê Kurd û tevgerê re were avakirin.

Meşa ku li bajarê Strasbourgê ya bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê û qîrkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî lidarxistin, bi mitîngê berdewam dike.

‘HEYA KU ABDULLAH OCALAN AZAD NEBE PIRSGIRÊKA KURD JÎ ÇARESER NABE’

Parlamentera Partiya Keskan a Fransayê Sandra Regol di mitîngê de axivî û got: ‘’Ez piştgiriyê didin berxwedanê. Divê Ocalan azad be. Me hemû caran piştgirî da berxwedana we û ji nija û şûnde jî em ê piştgirya xwe bidomînin.  Ocalan azad wê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe. Mafê hemû gelan ê jiyan û diyarkirina çarenûsa xwe heye.’’

‘EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN  PEYAMÊN RÊBER APO’ 

Pişte Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad axivî û got ku dê îsal komplo bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe.Zeyneb Mûrad diyar kir ku gelê Kurd bi baweriyeke mezin li ber xwe dide û ev yek anîn ziman: ‘’Îro gelê Kurd dîroka xwe dinivîse. Gelê Kurd ev 26  sal in bê navber ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe dide. Em weke gelê Kurd û dostên gelê Kurd divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê piştgiriyê bidin peyamên Rêber Apo. Êdî dê ev têkoşînê bigihîje serkeftinê. Em careke din li qadên siyasî û civakî têkoşîna xwe mezin bikin û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin. Pergala Îmraliyê û tecrîdêji holê rakin. Jin, Jiyan Azadî, bijî berxwedana Îmraliyê!’’

MEŞVANÊN MEŞA DIRÊJ BANG KIRIN

Piştre çalakvanên Meşa Dirêj bi taybetî hatin silavkirin û  di axaftina li ser navê çalakvanan hatî kirin de peyamên berxwedanê hatin dayîn. Çalakvanan li ser dikê berxwedana Rêber Apo silav kirin û banga têkoşîna bênavber kirin.

‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE’

Piştre jî ji Tevgera Serhildêrên Fransayê Emmanuel Fernandes girseya gel silav kir û ev yek anîn ziman: ‘’Ez gelekî kêfxweş im ku ez li vir mazûvaniya we dikim. Meşvanan 26 rojan li gelek bajaran qala tecrîdê kirin. Meşa Dirêj a gelê Kurd ya ji bo azadiyê bi berxwedaneke mezin berdewam dike. Hevdîtinên li Îmraliyê pêk hatine, gelekî girîng in lê belê têrê nakin.  Divê pêngav werin avêtin. Divî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê gelê Kurd azad be.’’

 ‘EM DEYNDARÊ GELÊ KURD IN, DIVÊ ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA WERIN SEKINADIN’

Emmanuel Fernandes di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û ev yek anîn ziman: ‘’Divê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi dawî bibin. Dewleta Tirk welatiyên sivîl hedef digire. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê divê mafên gelê Kurd nas bike û pevçûnên li herêmê werin sekinandin. Fransa û hemû Ewropa deyndarên gelê Kurd in. Gelê Kurd ji bo her kesî li ber xwe da û em deyndarê gelê Kurd in. Îro li Rojava paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ketiye meriyetê  û ev pergal ji bo hemû gelan hêviyeke mezin e.’’

‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ RÊBER APO AZAD BE’

Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê Şêx Şemal jî got ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Şemal diyar kir ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî û aşitiyê pêk bînin. Şêx Şemal piştre da zanîn ku ji bo pêkanîna aşitiyê divê Rêber Apo azad be û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Piştre Hunermend Cevat Mervanî derket ser dikê.

WERÎŞE MURADÎ: KOMPLOYÊ ŞERMEZAR DIKIM

Piştre peyama Werîşa Muradî ya ku li Îranê bi cezayê darvekirinê tê darizandin hat xwendin. Peyama Werîşe Muradî bi kurtî wiha ye:

“Ez 26’mîn salvegera komplo û bêbextiya navnetewî ya li dijî Rêber APO şermezar dikim. Bêbextiyek ku bi armanca tunekirina fîzîkî ya Rêber APO û qirkirina hemû gelê Kurd pêk anîn, lê bê encam ma. Rêber Apo ji ber ku azadiya gelan dixwaze li Îmraliyê tê girtin. Rêber Apo bi şoreşa rojane di zindanê de jiyan afirand. Zindana takekesî ya Îmraliyê ku çala mirinê bû kire ode û eywana jiyanê. Lê belê Rêber Apo bû serokê hemû gelên bindest. Rêbertiya me berxwedanek bênavber meşand û dimeşîne. Me di xeta Rêber APO de ji zihniyetên tarî û desthilatdar û dewletdar re got na! Weke ku Zeynep Celaliyan got, 'Eger em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin wê hemû zindan vala bibin.' Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû û azadiyê. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû û azadiya Rojhilata Navîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

'ABDULLAH OCALAN LI SER NAVÊ GELÊN BINDEST LI BER XWE DIDE'

Li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê Şîleymun Rhawî jî axivî û komplo şermezar kir. Rhawî peyamên xwe yên hevgirtin û têkoşînê yên şoreşgerî anî ziman û diyar kir ku Rêber Apo ji bo jiyana hevpar a gelan di hucreya yek kesî de li ber xwe dide.

Rhawî da zanîn ku tecrîd ji bo têkiliya di navbera Rêber Apo û gel de lawaz bibe tê ferzkirin û destnîşan kir ku ev yek bi berxwedanê hatiye pûçkirin. Rhawî anî ziman ku statuko ber bi hilweşînê ve diçe û diyar kir ku statûko ji bo şikandina berxwedanê tundiyê zêde dike. Rhawî da zanîn ku Rêber Apo li ser navê gelên bindest li ber xwe dide û destnîşan kir ku çareserî wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Rhawî da zanîn ku ew piştgiriyê didin xebatên aştiyê yên Rêber Apo, têkoşîna gerdûnî ya ji bo azadiya Rêber Apo tê dayîn silav kir. Rhawî da zanîn ku heta Rêber Apo azad nebe aştî û çareserî pêk nayê û bang li hemû Xiristiyanan kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Yasmîna Şablî jî axivî û diyar kir ku divê demildest Rêber Apo azad bibe.

Yasmîna Şablî anî ziman ku divê PKK jî ji lîsteya terorê bê derxistin û bi bîr xist ku li Rojava jiyaneke bêhempa û azad hatiye avakirin. Yasmîna Şeblî peyamên berxwedan û têkoşînê da û azadiya Rêber Apo xwest.

'ABDULLAH OCALAN NELSON MANDELAYÊ GELÊ KURD E'

Parlamenterê Sinn Feinn Paul Gavan jî wiha got: “Min ji Îrlandayê û bi taybetî jî silavên hevgirtinê yên Komarxwazên Îrlandayê ji we re aniye. 7 sal berê dema ku ji bo beşdarbûna Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hatim Strasbourgê, min ew mêr û jinên leheng ên ku her tim nobedariya Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan dikin, dîtin. Ocalan 26 sal in li girava Îmraliyê girtî ye. Di vê heyamê de ji mafê hevdîtina malbatê û hevdîtina bi parêzerên xwe re bêpar hat hiştin. Ew bi rastî Nelson Mandelayê gelê Kurd e.

‘JI BO MUZAKEREYA RASTEQÎN DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’

Rayedarên Tirk bi salane sozên vala û xapandinê didin, lê niha çirûska hêviyê ji nû ve derdiketiye holê. Hikûmeta Tirkiyeyê herî dawî ketiye nava pêvajoya muzakereyê. Diyalog girîng e, lê ji bo muzakereya rasteqîn divê Abdullah Ocalan azad bibe. Tenê wê demê Ocalan dikare bi awayekî bi rûmet û adil beşdarî van muzakereyan bibe.

'DIVÊ BOMBEBARAN RAWESTIN’

Her wiha ez bang li dewleta Tirk dikim ku dev ji bombebarankirin û kuştina sivîlên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde. Siyasetmedarên rojavayî bi temamî vê mijarê paşguh dikin. Di medyaya rojavayî de hema bêje tu nûçeyek tune ye. Tirkiye bombeyan li ser sivîlên ku li Bendava Tişrînê govendê digerînin dibarîne. Hefteya borî çeteyên dewleta Tirk li Minbicê 18 karkerên çandiniyê qetil kirin. Divê em eşkere û zelal bibêjin ku; dewleta Tirk sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike.

BERTEKA LI HEMBERÎ QEYÛMAN

Her wiha divê Erdogan dev ji girtina şaredarên bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, tacîzkirina welatiyên Kurd û girtina rojnamegeran berde. Ev kiryar bi tevahî li dijî pîvanên demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê ne.

DIVÊ BERSIVÊ BIDIN ABDULLAH OCALAN

12 sal berê Ocalan gotibû, 'Divê em çekan bêdeng bikin, fikr û siyaset biaxivin'. Her wiha bang li hemû gelên bindest kir ku tifaqeke nû ava bikin û modernîteya demokratîk ava bikin. Divê êdî bersiva van gotinan bê dayîn. Ji bo hemû gelên herêmê têkoşîneke demokratîk pêşkêş kir. Werin em îro bersiva vê bangê bidin û ji bo her kesî pêşerojeke nû ava bikin. Dostno, li vê herêmê derfeta pêşerojeke geş heye, lê ev yek encax bi tevlêbûna Tevgera Azadiya Kurd pêkan e. Ji Ocalan re azadî! Ji gelê Kurd re azadî!”

Mîtîng bi axaftina siyasetmedar Îdrîs Balûken berdewam kir.