Êrîşa faşîstan a li dijî Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Tirk (ACTÎT) a li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Basel ê Swîsreyê hat protestokirin.
Komên şorşeger ên Kurdistanî û Tirkiyeyî li ser banga Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (IGIF), Young Struggle (YS) û Tora Piştevaniya ZORA, li qada Clarayê hatin ba hev.
Li ser navê Young Struggleyê gaziya Komkujiya Pirsûsê Guneş Erzûrûmlûoglû daxuyaniya çapemeniyê ya Elmanî xwend. Guneş Erzûrûmlûoglû bi bîr xist ku komeleya ACTIT’ê zêdetirî 30 sal in li Parîsê ji bo koçber û penaberan bi awayekî çalak dixebite, rastî êrîşê hat û ciwanek bi giranî birîndar bû û wiha got. "Êrîşa mijara gotinê, ne ya yekem e. Ev êrîş berdewama êrîşên ku di encamê de 6 şoreşgerên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin, Komkujiya Hanaû ya 5 sal berê ku ciwanên koçber ji aliyê neonaziyan ve hatin qetilkirin. Dewletên bûrjûva yên Ewropayê jî şirîkê van komkujiyan in. Armanca wan ew e ku çîna karkeran parçe bikin û pêşî li têkoşîna rêxistinbûyî ya yekbûyî ya çîna karkeran a li dijî pergala bûrjûvaziya kapîtalîst bigirin. Em şoreşger baş dizanin ku ji bilî bidawîkirina vê pergala mêtingeriyê ti rêyeke din ji bo me nîne. Ji bo parastina jiyan û xwezayê divê em gavên bi biryartir bavêjin.
DIVÊ LI DIJÎ NEONAZIYAN YEKÎNEYÊN ANTÎFAŞÎST BÊN AVAKIRIN
Li cihêku em lê ne divê em li dijî neonaziyan yekîneyên antî-faşîst ava bikin. Em nikarin qedera xwe teslîmî dewletên bûrjûwazî yên hevparê komujiyan bikin. Mînakên bi nirx ên berxwedana li dijî Naziyan li Ewropayê hene. Divê were zanîn ku mezinkirin û domandina mîrateya berxwedanê di destê me de ye. Çawa Nazî têk çûn, wê yên niha jî di encama têkoşîna me ya yekbûyî ya antî-faşîst de nikaribin bigihêjin armancên xwe."
Piştî daxuyaniyê li ser navê saziyên şoreşger axaftin hatin kirin û êrîşên faşîst hatin protestokirin.