Li Stewrê qirkirina siyasî: 6 kes hatin destgîrkirin
Li Stewrê, di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.
Li Stewrê, di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.
Li gundên Evîna û Cilînê yên navçeya Stewrê ya Mêrdînê, jendermeyan serê sibehê avêtin ser malan.
Di serdegirtinê de Gûrbet Aslan, Îbrahîm Aslan, Esat Aras, Yîgît Evrensel, Recep Tûran û Şukran Guler hatin destgîrkirin.
6 kesên ku bi hinceta pîrozbahiya Newrozê ya 20'ê Adarê ya li Stewrê hatin destgîrkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Stewrê.