Li sînorê Kobanê nobet didome: Divê em Rojava biparêzin
Di nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de peyama “xwedî derketina li Rojava” hate dayîn û hate gotin, “Divê ji bo azadiya Birêz Ocalan şert û merc bên afirandin.”
Di nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de peyama “xwedî derketina li Rojava” hate dayîn û hate gotin, “Divê ji bo azadiya Birêz Ocalan şert û merc bên afirandin.”
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê ya li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de didome. Nobeda ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat destpêkirin, Parlamenterê Rihayê yên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha û Amedê û navçeyên wan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek kes beşdarê nobetê bûn.
Li gel şert û mercên hewaya sar jî gel danê serê sibê li qada nobedê li hev civiya û li ber stranên kurdî bi govendê çalakiya nobedê dan destpêkirin.
Nobedarên ku li dora agirên pêxistî xelek çêkirin, nobeda li dijî êrîşên Kobanê yên sala 2014'an bi bîr anîn û bîranînên xwe parve kirin. Çalakger bi kilaman balê dikişînin ser berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Nobeda bi bilêvkirina bîranînan û gotina kilaman berdewam kirin. Di nobedê de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat vekirin, wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin hatin hildan û her wiha derbarê Komkujiya Roboskê de jî pankart hatin vekirin.
Endamê PM'ê yê DEM Partiyê Celalettîn Erkmen, diyar kir ku şerekî ku di demên dawî de li cîhanê derketiye holê û ji bo berjewendiyên emperyalîstan dewam dike heye û got: "Ew niha Rojhilata Navîn vediguherînin gola xwînê. Tu feydeya van hêzên emperyalîst nîne. Ji xeynî îmha, înkar û tinekirinê ji bo gelan rewşeke din a jiyana demokratîk heye ku em jê re dibêjin rêya 3'yemîn. Eger aştî pêk were, divê şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk werin. Rojava destkeftiya me ye."
Hevserokê navçeya Bajarê Nû ya Amedê Ramazan Demîr, bal kişand ser rûxandina netew-dewletên li Rojhilata Navîn û wiha bi lêv kir: "Rojava ku di encama paradîgmaya Birêz Ocalan de hatiye avakirin, tê hedefgirtin. Divê em biparêzin."
Piştre Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Mahmut Manas axivî bal kişand ser salvegera Komkujiya Roboskê û wiha axivî: "Tevî ku dem derbas bûye jî kiryar hêj nehatine cezakirin. Îktîdara siyasî hewl dide veşêre. Ronînekirina komkujiya Roboskê dijminatiya li hemberî Kurdan nîşa dide."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.