Li Sinê şer: 3 pêşmergeyên Komela jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Sinê yê Rojhilat di navbera pêşmergeyên Komela û rejîma Îranê de şer derket û 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Sinê yê Rojhilat di navbera pêşmergeyên Komela û rejîma Îranê de şer derket û 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, hat ragihandin ku di şerê duh sibê yê di navbera pêşmergeyên Komela û hêzên rejîma Îranê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, dinavbera baskek yê Komela, Partiya Ked û Şoreşê a Kurdistana Îranê û hêzên rejîmê de li wileyeta Sinê şer derket û di şer de pêşmergeyên bi navê Sebah Huseyîn Penahî, Hamîd Seyf Penahî û Behza Nûrî jiyana xwe ji dest dan.
Rejîma Îranê gotin ku wan pêşmergeyek bi birîndarî girtine lê organên weşanê yên Komelayê diyar kirin ku ev gotin ne rast in.