Li Sine kasibkarek hat qetilkirin

Li ser rêya di navbera Sine û Dêhgulanê kasibkareke Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Duh êvarê hêzên rejîma Îranê li ser rêya di navber bajarê Sine û navçeya Dêhgulanê bêyî ku hişyarî bidin gule li wesayîta kasibkarekî Kurd yê bi navê Ferhad Zendî reşandine ku di encamê de Zendî jiyana xwe ji dest da.

Tê gotin ku di wesayîta Ferhad Zendî de kel û pelên qaçax hebûye, lê agahiyên ji herêmê tên dibêjin ku ew ne raste û ti tiştek di wesayîtê de nebûye û bi zanebûn hatiye qetilkirin.

Cenazeyê Zendî ku bavê zarokekî bû duh şev rakiribûn Nexweşxaneya Kewser ya li bajarê Sine. Hêzên rejîma Îranê gef li malbatê xwarine ku nabe vê mijarê bi ragihandinan re parve bikin û pêwîste bi bêdengî cenazeyê veşêrin.