Li Sinê cezayê girtîgehê dane hawîrdorparêza Kurd
Daraza Îranê li Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 sal ceza dane hawîrdorparêza Kurd Faranak Cemşîdî.
Daraza Îranê li Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 sal ceza dane hawîrdorparêza Kurd Faranak Cemşîdî.
Zext û girtina dewleta Îranê ya li ser aktivîstên Kurd didome. Aktivîsta hawîrdorparêz, endama Cemiyeta Kurdistana Şîn ku piştî 28'ê Hezîrana 2020'an hatibû girtin û bi kefaletê hatibû berdan, 23'yê Çile li Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya Sinê danişîna wê çêbû.
Li gorî agahiyên ku Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji kanên xwecih bi dest xistî, bi hinceta ''endama partiyek muxalîf a Kurd e'' 4 sal ceza li Cemşîdî hatiye birîn û Cemşîdî hatiye girtin.
Her wiha dema destgîrkirinê ya 25 Kurdên ku li Urmiyê, Sinê û Mêrîwanê hatibûn destgîrkirin hate dirêjkirin. Li dijî Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê 8'ê Çile kampanyaye nû ya zextê hatibû destpêkirin. Heta niha bi kêmanî 120 kes hatine destgîrkirin.