Li Silopyayê bav û kur hate girtin
Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên ku li Silopyayê hatibû destgîrkirin îro hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên ku li Silopyayê hatibû destgîrkirin îro hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Li Taxa Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli duh di serdegirtina malê de hatibûn destgîrkirin.
Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên li Midûriyeta Polîsan îfade dan, sewqî dozger hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê bav û kurê wî sewqî dadgehê kir.
Dadgehê jî herdu kes girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.