Li Silopiyayê bi hezaran kesî buroya hilbijartinê vekirin

HDP'ê li Silopiyayê bi beşdariya bi hezaran kesî buroyeke hilbijartinê vekir. Namzetên HDP'ê işaret bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê kirin û gotin, "Em ê destmala Dayika Taybet a li erdê rakin."

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li Silopiyayê bi beşdariya bi hezaran kesî buroya duyemîn a hilbijartinê vekir. Buro bi wêneyên namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî û alên HDP'ê hate xemilandin.

Piştî ku namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr, Serdar Kunî û Huseyîn Kaçmaz û parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk xwe gihandin qadê, coş û kelecana gel zêde bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna demokrasiyê, Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Ûnat axivî û destnîşan kir ku ew bejna xwe li ber sekn û keda gelê Silopiyayê ditewînin. Palamenter Bîrlîk jî siyasetmedarên girtî bi bîr xist, 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên di dema qedexeyê de hatin kuştin bi bîr anî û got, "Gelê Silopiyayê dema çû ser sindoqan bila Dayika Taybet û Haci Lokman Bîrlîk ji bîr neke."

Namzetên HDP'ê yên Şirnexê jî diyar kirin ku 24'ê Hezîranê roja hesabpirsînê ye. Nûran Îmîr Dayika Taybet (Taybet Înan) a ku di dema qedexeyê de hate kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hate hiştin û 3 siyasetmedarên jin ên hatin kuştin bi bîr xist û got, "Em ê destmala Dayika Taybet a li erdê rakin."

Piştî axaftinan buro hate vekirin û merasîma vekirinê bi gerandina govendê qediya.