Li Silêmaniyeyê di civîna PYD'ê de peyamên ji bo berxwedanê
Nûnertiya PYD'ê ya li Silêmaniyeyê bi şêniyên Rojava yên ji neçarî koçî Başûrê Kurdistanê kirine civînek pêk anî. Di civînê de ji bo yekîtiya neteweyî û têkoşînê bang hate kirin.
Nûnertiya PYD'ê ya li Silêmaniyeyê bi şêniyên Rojava yên ji neçarî koçî Başûrê Kurdistanê kirine civînek pêk anî. Di civînê de ji bo yekîtiya neteweyî û têkoşînê bang hate kirin.
Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Silêmaniyeyê doh êvarê li navenda xwe ya li bajarê Silêmaniyê civînek ji bo Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûyîn, civînek lidarxist. Di civînê de Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hizo û Hevseroka Buroya Peywendiyan a PYD’ê Sema Bektaş axivîn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso qala rewşa Rojava û xirabiya rewşa koçberên Şehba û Tilrifatê kir, her wiha balkişand li ser metirsiyên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Xerîb Hiso got: “Divê em xwe bi xwe biparêzin û pêşeroja xwe diyar bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi kombûna zêdetir li dora hev û berxwedaneke zêde heye. Ji bo Sûriyeke demokratîk divê em piştgiriya şervanên QSD’ê bikin û li dora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bibin. Rêbaza Rêber Ocalan ya ji bo aştî û biratiya gelan gelekî mezin û girînge. Tenê Rêber Ocalan dikare vê rewşê çareser bike û biguherîne. Rêber Ocalan di peyama xwe de careke din bal kişand ser aştî û biratiya gelên Kurd û Tirk.”
Her wiha Hevseroka Buroya Peywendiyan a PYD’ê Sema Bektaş got: “Dewleta Tirk ji bo têkbirina sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qirkirina gelê Kurd û guhertina demografiya herêmê bi awayekî eşkere li dijî Kurdan şer dike. Ji bo wê divê em hemû ji bo parastina destkeftiyên gelan ên li Rojava yek helwest û yekdeng bin.”