Li Silêmaniyeyê 73 şitil hatin çandin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qeredaxê ya Silêmaniyeyê bi çandina 73 şitlan hate pîrozkirin.

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşegniya RJAK û Tevgera Azadî li gundê Qazanqaye yê navçeya Qeredaxê çalakiyek hate lidarxistin.

Li gund ji bo her salek Abdullah Ocalan şitlek hate çandin. Di çalakiyê de li ser navê beşdaran endama RJAK’ê Sara Reza daxuyaniyek da û got, "Dem dema azadiya Serok Apo ye, ji dayîkbûna Rêber Apo ji dayîkbûna ruhê berxwedanê ye. 73 sal di ser temenê Rêber Apo re derbas dibe. Gelê Kurd vê rojê wek nûbûna xwezayê pênase dike."

Di dewamê de Sara Reza got, "Ev roj li cem jinan wateyek xwe ya cûda heye. Ji ber ku jinên Kurd bi saya fikrên Ocalan bûne xwedî hêz. Salane çalakiyên vê rojê bi pêşengiya jinan tên kirin."

HIZBA ZEHMETKÊŞAN A KURDISTANÊ JÎ DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN KIR

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê jî der barê kampanya azadiyê de ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin; "Em wek Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê piştgiriya hemû hewldanên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dikin. Çewisandina neteweyî, li ti cihek dinyayê bi girtin, şer û têkbirinê bi dawî nabe. Em dibêjin çareseriya ji bo pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê, guftugo ye."

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê di dewamê de diyar kir ku mifteya çareseriyê, projeya aştiyê ya Abdullah Ocalane û got; "Azadiya birêz Ocalan, di heman demê de daxwaza Gelê Kurd a Bakurê Kurdistanê ye. Azadiya Ocalan tê wateya dawîbûna şerê li Tirkiyeyê û herêmê."