Li Silêmaniyê Yilmaz Guney hat bibîranîn

Li Silêmaniyê Sînemager Yilmaz Guney di salvegera 38’emîn a koça xwe ya dawîn de hat bibîranîn.

Yilmaz Guney di salvegera 38’emîn a koça xwe ya dawîn de li Silêmaniyê bi merasîmeke ku gelek hunermend û sînemakar tev lê bûn, hat bibîranîn. Di merasîmê de gelek pirtûk û berhemên li ser jiyana Yilmaz Guney hatin nîşandan. Pêşangehek a taybet a wêneyan hat vekirin.

Sînemager Şiwan Etuf di merasîmê de axivî û got: “Yilmaz Guney fikir e, siyaset e, sînema ye, xweşikbûn e, ya ji hemûyan giringtir jî ew e ku şerê dagirkeriyê û bidestxitina azadiyê kiriye. Di rastiyê de me zêdetir hewcedarî bi helwesta Yilmaz Guney û karekterên mîna wî heye.”

Şiwan Etuf têkildarê rewşa sînemageriya li Başûrê Kurdistanê jî ev tişt anîn ziman: “Eger Yilmaz Guney ji bo azadiyê sembol be, mixabin hîn Guney di girtîgehê de ye û nehatiye azadkirin. Ji ber ku heta niha ragihandina Kurdî dirama û filmên xerab ên biyanî diweşînin ku rasterast di çarçoveya projeya dagirkeriyê de ne. Berhemên baş ên Kurdî naweşînin.“

Sînemager Şiwan Etuf herî dawî got: “Baweriya me karkirina bi hev re ya bi gelên din re heye, lê nabe ew kar li ser hesabê tunekirina çanda gelê me be. Mixabin niha desthilatdarên Herêma Kurdistanê ketine çarçoveya xizmeta projeya dagirkeriyê ya di der barê çandê de. Ez naxwazim bibêjim Guney bavê sînemaya Kurdî ye, lê Guney dibistanek a nû ya Rojhilata Navîn û sembola azadiyê ye.”