Li Silêmaniyê plana dagirkirina Efrînê hate protestokirin

Gefa dagirkirin û êrîşên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrîn û Herêma Şehbayê li Silêmaniyê bi meşeke girseyî hate protestokirin.

Gefa dagirkirin û êrîşên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Kantona Efrîn û Herêma Şehbayê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi meşekî girseyî hate protestokirin. Di meşa ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Azadî, Bereya Gel û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin de, bi sedan kes beşdar bûn.

Di meşa ji Saholeke ya daxuyaniyê çapemeniyê hate dayîn û heta Parka Nalî dom kir de, çalakgerên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG’ê û HPJ’ê hildan de, bê navber dirûşmên “Efrîn ne bi tenê ye”, “Bijî Serok Apo”, “Efrîn Şerê Berxwedan e, Warê Arîn Mîrkan e” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.

Piştî meşê endama Tevgara Azadî Bêrîvan Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Rojava û Sûriyeyê alîkarî dida komên çete yên girêdayî xwe û niha jî dixwaze bi artêşa xwe ve êrîş bike û got: “Dewleta Tirk a mêtînger ji bo pêngava Reqayê bide rawestandin û destkeftiyên bi xwîn şehîdan hatî avakirin tine bike, ji bo êrîşî Efrînê bike li fersendan digere. Plana dagirker a Tirk pir berfireh e. Em weke Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê çawa ku bi yek beden û ruh ji bo Kobanê rabûn ser lingan, ji bo Efrînê ji bi heman seknê rabin. Yê ku bi ser bikeve wê Efrîn be.”

Çalakiya protestoyê piştî daxuyaniyên li ser navê sazî û dezgehên din hatin kirin û şûnde bi dawî bû.