Li Silêmaniyê li dijî êrîşên penaberên siyasî meşek hat lidarxistin

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser penaberên siyasî yên ku koçî Başûrê Kurdistanê bûne, zêde dibin.

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji bo êrîşên li dijî penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kirine, ber bi Edliyeya Silêmanî re meşiyan.

Komele dixwaze kujerên êrîşên li dijî penaberan û bi taybet kujerê Mehmet Zekî Çelebî bên dîtin û darizandin.

Tê payîn ku wê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li ber Edliyeya Silêmanî daxuyaniyekê bide.

Dewleta Tirk tevî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li navenda bajer êrîşên suîkastê jî pêk tîne.

Mehmet Zekî Çelebî ê ku tim û tim rastî gefên dewleta Tirk dihat, di 17’ê Nîsanê de di encama êrîşeke suîkestê hat qetîlkirin.

Di Îlona 2022’an de jî koçberê bi navê Ferhat Başkondû di encama suîkasta ku dewleta Tirk de bi giranî birîndar bûbû.