Li Silêmaniyê êrîşên li Mexmûr û Trabzonê hate şermezarkirin

Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke êrîşên li dijî wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û êrîşa li Trabzonê ya li dijî geştyarên Kurd şermezar kir.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Rêxistina Karkerên Mezoptamyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên balafirên şer ên li ser wargeha Mexmûr û êrîşa li Trabzanê ya li dijî geştyarên Kurd şermezar kir.

Rêxistina Karkerên Mezoptamayayê daxwaz ji Netewên Yekbûyî (NY) kir ku sînorek ji dagirkeriya dewleta Tirk re dane û destdirêjî li ser wargeha Mexmûr neyê kirin.

Li ser navê rêxistinê Îhsan Yeldiz axivî û got; “Em Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê êrîşên dewlet a Tirk ên li ser Mexmûrê şermezar dikin. Armanca van êrîşan têkbirina gelê Kurd e. Wargeh dibin berpisyariya Netewên Yekbûyî de ye. Erkê parastina vê wargehê jî dikeve li ser milê NY. Divê hikûmeta Iraqê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.”

Îhsan Yildiz herî dawî got; “Êrîşa li Trabzonê li dijî geştyarên Kurd da nîşandan ku dewleta Tirk li dijî hemû gelê Kurd e. Nnavê Kurd û Kurdistanê qebûl nake. Divê li dijî dagirkeriya Tirk em bibin yek.”