Li Silêmaniyê erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên Bakurî yên li Silêmaniyê dijîn, bang kirin ku kes li dijî erîşên dewleta Tirk ên dagirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bêdeng nemîne.

Gelek Kurdistaniyên Bakurî yên ji ber zextên dewleta Tirk neçar mane bên Başûrê Kurdistanê, li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê ku ji aliyê welatî Mûsa Xalid ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a ji hikûmeta AKP-MHP’ê pêk dihê ji bo veşartina têkçûyîna xwe careke din dest bi êrîşan kir ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Êv êrîşa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin ne rewa ye. Dewleta Tirk ji bo vejandina Osmaniyan dixwaze herêmên Mîsaq-i Milî dagir bike.’’

Di daxuyaniyê de bal bi ser van xalan de hat kişandin:

“Di van êrîşên li dijî hemû destkeftiyên Kurdan hatine destpê kirin û bi wê re dagirkirina Kurdistanê tê armanckirin de, mixabin PDK jî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Em penaberên siyasî yên Kurdistaniyên Bakurî, bang li her kesê ku aştiyê dixwaze dikin ku li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Heke Başûrê Kurdistanê were dagirkirin wê hemû destkeftiyên Kurdan ji dest biçin.’’