Li Silêmaniyê di 6 mehên dawî de 56 kes hatin kuştin
Dadgeha Silêmaniyê ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an de 56 bûyerên kuştinê li Silêmaniyê rû dane û 41 ji van mêr û 15 jin in.
Dadgeha Silêmaniyê ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an de 56 bûyerên kuştinê li Silêmaniyê rû dane û 41 ji van mêr û 15 jin in.
Ofîsa Mafê Mirovan a Silêmaniyê di çarçoveya plana stratejîk a desteya serbixwe ya mafên mirov de bi amadebûna serokê dadweriya dadgeha temyîzê ya Silêmaniyê, dadeweran û derûnasan panelek vekirî li ser zêdebûna bûyerên kuştin û xwekuştinê pêkanîn.
Di panelê de amarên sala 2022’an û şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an yên bûyerên kuştin û xwekuştinê yên li parêzgeha Silêmaniyê anîn berhev. Li gor amaran di sala 2022’an de 63 bûyerên kuştinê, ji vana 47 mêr û 16 jin bûn. Her wiha di nava şeş mehên destpêkê yên 2023’an jî li parêzgeha Silêmaniyê 56 bûyerên kuştin û xwekuştinê rû dane. Ji vana 41 mêr û 15 jin in.
Di panelê de Dadwerê li Dozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Selah Letîf axivî û îşaret bi sedemên bûyerên kuştin û xwekuştinan kir. Selah got: “Piraniya sedemên xwekuştin û kuştinê peywendiya xwe bi mijarên civakî, xemsariya wezaretan, aliyê aborî û bandora medya dijîtal ve heye.”
Her wiha diyar kir ku diyardeya lihevanînê ya di nava civaka Kurd de yek ji sedemên dine ku doz li dadgehan werin girtin tawanbar li ber efuya giştî bikevin.
Di panelê de Serokê Dadgeha Tawanan a Silêmaniyê Omer Ehmed jî axivî û got: “Saziyên ragihandinê ji beriya dadgehan destê xwe digihînin tawanbaran û bi awayek neberpirsyarane danûstandinê li gel berpirsên tawanbarên kuştinan dikin. Bi vî rengî saziyên ragihandinê rola dadgehan dibînin u tawanbaran dikin mêhvanê bernameyên xwe. Ev jî dibe sedem tawanbar bi peydakirina behaneyaên ji bo tawanên ku pêkanîne xwe ji cezayên dadgehan rizgar bikin. Pêwîste hikûmeta Herêmê li beramberî vê mijarê xwedî helwest be û ceza li van saziyên ragihandinê bibire.”
Her wiha di panelê de Derûnas Luqman Swêdî jî axivî û got: “Aliyên perwerdeya malbatî û civakî rolek sereke hene di derketina pirsgirêkan û zêdebûna amarên xweşkuştinê de.”