Li Silêmaniyê çalakiya şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê dest pê kir

Li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna sedan kesî çalakiya ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya 'Komîteya ji bo Ocalan azadî' bi beşdarbûna sedan kesî çalakiya ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê dest pê kir.

Bi sedan welatiyên bajarê Silêmaniyê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê li cadeya Salim li hev civiyan û ber bi Baxçeyê Giştî yê bajêr ve dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.