Li Silêmaniyê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Taxa Kazyoyê ya Silêmaniyê tankeke gazê teqiya û di encama teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Kazyoyê ya Silêmaniyê tankeke gazê teqiya. Di teqînê de 3 xanî xera bûn û zirar gihîşt gelek xaniyên derdorê.

Li gor agahiyên bi dest ketin, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku hin kes di bin kavilê xaniyan de mane.

Hat zanîn ku xebata komên tenduristiyê li cihê teqînê berdewam e.