Li Sêrtê 16 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Sêrtê avêtin ser malan û 16 kes destgîr kirin.

Li gorî agahiyan, polîsên dewleta Tirk roja 15'ê Tebaxê li Sêrtê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de 16 kes hatin destgîrkirin. Sedema girtina wan nehate eşkerekirin. Li gorî agahiyan 8 ji kesên hatin destgîrkirin piştî ku îfadeya wan ahte girtin derxistin edliyeyê.

Ji kesên hatin destgîrkirin navê yên hatine hînbûn wiha ne: Adalet Ozer, Nevzat Elçî, Mahsûn Polat, Mehmet Şefîk Bîlenç, Muşerîf Dalkiliç, Saît Ozbay, Kemal Cengîz, M. Şîrîn Altan, Şevket Dalkiliç û Şefîk Bîlen.