Li Sêrt û Misircê 6 kes hatin destgîrkirin

Polîsan li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê bi ser gelek malan de girtin. Rêveberên DBP û KCD'ê jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan îro serê sibehê li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê bi ser gelek malan de girtin. Polisan li Sêrtê Hîkmet Daniş (70) ê nexweş û tedawî dibîne, Seroka Berê ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk a Sêrtê Kiymet Mût (32), endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Emîne Şen; li Misricê jî Endamê Meclîsa Şardariya Misircê A. Gaffûr Kûbîlay (55) û endamên KCD'ê Adnan Kûtlûk û Saît Sak (60) destgîr kirin. Hate ragihandin ku polîsan di dema ku destgîrkirinê de li hevseroka DBP'ê ya berê Mût xistin.

Hat hînbûn ku her şeş kes bi hinceta "Rêxistinbûna KCK'ê" hatine destgîrkirin û ew birine Miduriyeta Polisan a Sêrtê.