Li Sêrt û Bedlîsê çalakî, li Qendîl û Xakurkê jî êrîşa hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya sûîkastê de ya li Sêrtê leşkerek, li Bedlîsê jî çawişekî pispor hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku herêmên Qendîl û Xakurkê jî hatine bomberdûmankirin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI SÊRTÊ ÇALAKÎ

“Hêzên me di 19’ê Hezîranê de li dijî qereqola Xerxol a Berwarî ya Sêrtê ya artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakiyeke sûîkastê lidar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê Qereqola Dihê ya TRT’ê qada Biraşkê daye ber obus û hawanan.

LI BEDLÎSÊ LEŞKERÊN KU ÊRÎŞÎ GUNDIYAN DIKIRIN HATIN KUŞTIN

Di 12’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li gundên Tanelan, Haret, Akûlûs, Kekala, Govan û Xalapûlê ya Hîzanê ya bi ser Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kiribû û tevî cerdevanên gundên Girana û Torahîzan pêkutî li ser gundan dikirin ên ku navê wan li jor hatine dayîn.

Hêzên me leşkerên dijmin ên ku pêkutiyê li gel dikin xistine bin kontrola xwe û di 15’ê Hezîranê de saet di 23.00’an de li nêzî gundê Akûlûsê ji nêz ve li yekîneyekê dane. Di vê yekîneyê de çawişekî pispor hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Operasyona artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bêyî ku encamê werbigire di 19’ê Hezîranê de xwe bi paş ve kişandiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

20’ê Hezîranê saet di navbera 22.15 û 22.40’an de balefirên şer ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê qada Kalatûka ya Çiyayê Qendîlê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.

Balefirên şer ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di navbera saet 21.30 û 22.15’an de qada Ermûşê ya li Xakurkê bomberdûman kiriye.