'Li Serêkaniyê şert û mercên jiyanê li Kurdan giran bûne'

Malbatên Kurd ên ji Serêkaniyê hatine derxistin anîn ziman, ku bi destê şaredariya AKP'yî şert û mercên jiyanê ji holê hatine rakirin û gotin, "Em neçar man cih û warê xwe biterikînin."

Hewldan û pêkanînên bi pêşengiya şaredarê AKP'yî yê Serêkaniyê ji bo guhertina demografiya herêmê, roj bi roj zêde dibin. AKP û şaredarê AKP'yî, ku dixwazin Serêkaniyê ji Kurdan xalî bikin, tevî bicihkirina Ereban, ji ailyê siyasî, aborî û civakî ve zextê il Kurdan dikin û bi vî rengî neçar dihêlin ku koç bikin. Heta niha bi qasî 150 malbatên Kurd ji ber vê zext û zordariyê ji neçarî koç kirine. Malbatên Genel û Can, ku çend ji van malbatên koçkirî ne, ji ANF'ê re axivîn.

'ATÎLLA YÊ AKP'YÎ EM JI KAR DERXIST'

Bavê 3 zarokan Abdurrahman Genel anî ziman, ku berê ew li taxa Mehmet Akîf Ersoy a Serêkaniyê diman û diyar kir, piştî ku AKP'ê şaredarî xiste destê xwe, şert û mercên jiyanê li wan giran bûn. Genel ragihand, beriya bikeve destê AKP'ê, ew li şîrketeke ser bi şaredariyê dixebitî û da zanîn, şaredarê AKP'yî Menderes Atîlla, tevî wî gelek karkerên Kurd ji kar derxistiye. Genel diyar kir, şîrketa ew lê dixebitî şîrketa bi navê Habû Tekstîl bû û xwediyê vê şîrketê Mehmet Amak bi şaredariyê re li hev kir û ew ji kar derxistin.

'JI BER KU HDP'YÎ ME, MIN JI KARÊ DUYEMÎN JÎ DERXISTIN'

Genel got, piştî ji vî karî hate derxisitn wî li Midûriyeta Giştî ya Karê Çandiniyê TÎGEM'ê dest bi kar kiriye, lê belê ji ber ku HDP'yî ye, piştî hefteyekê ew ji vî karî jî derxistin. Genel anî ziman, ku weke sedema derxistina ji kar, ji wî re gotine, 'Tu HDP'yî ye, ji ber vê yekê em dawî li karê te tînin'. Genel ragihand, piştre wî li Serêkaniyê karek ji xwe re nedîtiye û destnîşan kir, li Serêkaniyê li her qadê zext heye.

'DI BINÊ ÇAVAN DE ZEXT LI ME HATE KIRIN'

Genel bal kişand ser binçavkirin û zexta li malbata wî hate kirin û wiha dewam kir: "Kurê min ku niha 18 salî ye, gelek caran hate binçvakirin. Kurê min hingî nebû bû 18 salî. 4 caran hate binçavkirin. Di her cara binçavkirinê de cezayê pereyan li malbata me birîn."

Genel anî ziman, ji ber zext, binçavkirin û bêkariyê wan nema karîbû li Serêkaniyê bijîn û ji ber vê yekê ji Serêkaniyê koç kirine.

'LI ANTALYAYÊ ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ LI ME TÊN KIRIN'

Genel da xuyakirin, ku di sala 2015'an de wan koçî Antalyayê kirine, li karê bexçeyan dest bi paletiyê kirine û bal kişand ser êrîşên nîjadperestî yên li Antalyayê li wan tê kirin: "Li vê derê axaftina bi Kurdî li me tê qedexekirin. Ji ber ku em Kurd in, zext li me tên kirin. Bi her awayî nêzîkatiyên nîjadperestî li me tên kirin."

'DIXWAZIN HEMÛ KURDAN KOÇBER BIKIN, LÊ EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'

Abdûrrahman Genel diyar kir, AKP û şaredarê AKP'yî Atîlla dixwazin temamiya Kurdan koçber bikin û got, Kurd wê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bidin. Genel destnîşan kir, ku teqez ew ê vegerin Serêkaniyê, naxwazin li Antalyayê bijîn û di dema herî nêz de ew ê hewl bidin vegerin Serêkaniyê.

'DERFETÊN ME YÊN JIYANÊ NEMAN'

Şehmûs Can anî ziman, ku piştî şaredarî ket destê AKP'ê ew ji kar derketiye û got, "Bûyerên diqewimîn em bêzar dikir. Nedibû ku em tenê lê temaşe bikin. Ji ber pirsgirêkên aboriyê jî me koçî Mersînê kirin." Can diyar kir, ew hevser û 4 zarokên xwe xwedî dike û tevî ku nedixwest ji Serêkaniyê derkevin jî, neçar man e koç bikin.

Can ragihand, ew li Mersînê di xaniyekî kirê de dimînin, 4 zarokên wî dixwînin û bibîr xist, ku neçar e bi karê ji mûçeyê herî kêm, wan xwedî bide û bide xwendin.

Can destnîşan kir, ku rewşa li navçeyê mîna hemû Kurdan ew jî bêzar kiriye û ji her kesî xwest ku di vê mijarê de hişyar be û bi berpirsyarî rabe.

'SERÊKANIYÊ LI KURDAN KIRINE QEREQOL'

M.C. ê ku nexwest navê xwe eşkere bike, berî 7 mehan neçar ma ji Serêkaniyê koçî Stenbolê bike. M.C. diyar kir, bi hatina ser kar a şaredarê AKP'yî re navçe li Kurdan veguheriye qereqolê û got, "Li Serêkaniyê Kurd dorpêçkirî ne û zext li wan tê kirin. Jiyana li wir zehmet e. Şopandin, heqaret, binçavkirin, girtin, bêkarî û bi gelek rêbazên din em ji wir hatin dûrxistin."

M.C. anî ziman, ku bi mûçeyê kêmtirî neçar e 4 zarokên xwe xwedî bike.