Li ser şopa bavê xwe yê gerîla ye

Sozdar Çiya li ser şopa bavê xwe ku li nava refên PKK'ê şehîd bû, tevlî nava gerîla bû û got, "Min soza xwe bi cih anî, e jî li Çiyayê Gabarê tevlî gerîla bûm, di heman rê de meşiyam, min pişta xwe spart heman tehtî."

Her gerîlayeke/î ku em li çiyayên azadiyê lê rast tên, xwedî knevşeopiyeke kûr a dîrokî ye. Her yek xwedî çîrok û rastiya civakî ye. Yek ji wan jî Sozdar Çiya ye.

Sozdar Çiya gerîlayeke ciwan e û li dijî polîtîkaya înkar û tinekirinê, serî li dijî sîstema mêtinger rakiriye û li ser şopa pêşiyên xwe berê xwe daye çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên Tevgera zadiyê ya Kurdistanê bûye. Li Dibistanên Mayinde yên dewleta Tirk (YÎBO) hîn di emrê zarokatiyê de sîxurî lê hate ferzkirin. Li dijî vê polîtîkayê derket û berê xwe da çiyê.

Bavê wê, Çiya ji navçeya Basa ya Şirnexê ye. Sala 1993'an sîstema cerdevaniyê qebûl nekir û li dijî êrîşan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Wê demê hevsera wî ducanî bû. Çiya tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû.

Gerîla Çiya li çiyayê Gabarê li warê Fermandar Egîd dibihîze ku keçeke wî ji dayik dibe. Li ser vê yekê dibêje, 'min soza ku da gelê Kurd bi cih anî', 'divê keça min jî bi cih bîne' û dixwaze navê 'Sozdar' lê bê kirin.

Di vê berxwedana dîrokî de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava bihara bêhempa de em gerîlayekê dibînin. Sozdar Çiya. Li ber çaya gerîla em dest bi sohbetê dikin.

Sozdar qala serpêhatiya xwe dike: "Li dijî operasyonên mezin ên tinekirinê yên li her devera Kurdistanê dihatin kirin, sê xalên min serî netewandin û tevlî nava refên PKK'ê bûn. Rojekê bi rêya telefonê dayika min bihîst ku bavê min li çiyayê Cûdî di şer de heta fîşeka dawî bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Dayika min heta demekê ji min re negot. Piştre rojeê hat gel min û got, 'Bavê te şehîd bûye, ya ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li rêya wî derkevin."

Sozdar got, "Bavê min tevî ku zewicî bû û zarokeke wî hebû jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Vê eşqa wî ya ji bo gerîla timî kelecanî dixist dilê min."

Sozdar Çiya anî ziman ku ew her tim di nava lêgerînê de bû, dixwest bavê xwe nas bike û got, "Di zarokatî de xewn û xeyala min bû ku li gel bavê xwe şer bikim. Min soz da xwe ku çeka gerîla yên şehîd li erdê nehêlim. Bi vê lêgerînê min berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK'ê bûm."

Gerîla Sozdar got, "Min soza xwe bi cih anî, li Çiyayê Gabarê tevlî nava gerîla bûm, li heman rêyê meşiyam, min pişta xwe da heman tehtî û li ser heman keviran min bêhn veda."