Li ser sînorê Rojava çalakiya nobedê ya li dijî dagirkeriyê di roja 3'yemîn de ye

Li dijî êrîşên qirkerî û dagirkeriyê, çalakiya nobedê ya ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hate destpêkirin di roja 3'yemîn de bi stranên berxwedanê dewam dike.

ÇALAKIYA NOBEDÊ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO yên li ser Rojava, çalakiya nobedê ya ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser sînorê Rojava hate destpêkirin di roja 3'yemîn de dewam dike. Endamên Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedar û gelek kes serê sibehê li ser xeta sînor li hev kom bûn. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên 'Bijî Berxwedana Rojava', 'Bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e', 'Xelkê Rojava bi tenê nîne' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn. Bi giranî dayik û ciwan beşdarî çalakiyê bûn.

'EM Ê NOBEDÊ DEWAM BIKIN'

Dayika Aştiyê Gûrbet Tekîn li qada çalakiyê axivî û xwest, zilma li Kurdan tê kirin bi dawî bibe. Gûrbet Tekîn bal kişand ser komkujiyên têne kirin û got, "Her roj jin, zarok, ciwan têne kuştin. Em dixwazin dawî li vî şerî bê. Em dixwazin li Kurdistanê û tevahiya cîhanê aştî pêk were. Sedema sereke ya hemû pirsgirêkan tecrîda li ser lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Hunermend, zanyar û rûspiyên civakê di vê mijarê de divê bi berpirsyariya xwe rabin. Bi azadiya Ocalan ev şer bi dawî dibe. Heta ku encamê bi dest bixin em ê nobedê dewam bikin."