Li ser sînorê Kobanê çalakî didome: Abdullah Ocalan hêviya gelan e

Di nobeta li ser sînorê Kobanê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo hêviya gelan e û wiha hate gotin, “Divê her kes li dora peyama Abdullah Ocalan bibe yek.”

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 9’an de didome. Çalakî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê didome. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên KATDER’ê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Welatiyan pankartên “Rojava xeta me ya sor e”, “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” û dovîzên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Dewlet jinan dikuje” û “Em bi hev re bi ser ketin dê bi hev re biparêzin” hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin.

Di daxuyaniyê de parlamenter Dîlan Kunt Ayan, wiha got: “Pirsûs, Kaniya Xezalan û Nisêbîn çi be, Rojava jî ew e. Bi saya têkoşîna gelê Kurd di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jiyanek hate avakirin. Dewleta Tirk û komên paramîlîter jî vê jiyanê hedef digirin. Em van êrîşan qebûl nakin. Gelê Kurd ev 50 sal in bênavber li ber xwe dide. Gelê Kurd hemwelatiya wekhev dixwaze û dixwaze zexta li ser ziman û çanda wan bi dawî bibe. Gelê Kurd temînata destûra bingehîn dixwaze. Ji bo vê ev 50 sal in zarokên xwe winda dike û xwezaya wan hate talankirin.”

Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku aştî misogeriya gelan e û wiha bal kişand ser gotinên Rêber Apo yên di hevdîtina dawî de: “Birêz Ocalan, hêviya aştiyê ya gelan e. Bi salan berê çi gotibe niha jî heman tiştan dibêje. Birêz Ocalan dibêje; ‘heke li cihekî pirsgirêk hebe, divê hûn li wê xakê li çareseriyê bigerin.’ Em li vir careke din bang dikin; bila kesek nebêje ‘ma ez ê çawa destê xwe deynim bin kevir.’ Hema bes baweriya bi aştiyê mezin bikin bes e. Ev banga me ji bo hemû muxalefetê, jinan û ciwanan e. Roj roja hevgirtina li dora vê peyamê ye. Bi vê perspektîfa birêz Ocalan re em bang li îktîdar û muxalefeta Tirkiyeyê û li her kesî dikin ku li dora vê peyamê bibin yek.”

Piştî daxuyaniyê, girse çû serdana esnafan û ji bo meşa di 3’yê Çileyê de banga tevlîbûnê kir û belavok belav kir.