Li ser sînorê Bane şer derket: 2 pasdarên Îranê mirin

Hat ragihandin ku îro siharê li sînorê bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera pasdarên Îranê û hêzên opozîsyona Îranê de şer qewimiye. Di encamê de 2 pasdarên Îranê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê hatiye gotin ku îro danê sibehê saet 3:30’an li herêma Birwêşkanî ya dikeve sînorê bajarokê Bane di navbera hêzên opozîsyonê û pasdarên Îranê de şer derketiye. Di encama şerê qewimî de 2 pasdarên Îranê yê bi navê Mehdî Mihemedî Neseb û Elî Fazilî Şad hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Her wiha hatiye gotin ku wesayîteke hêzên Îranê ya bi modela Toyota Hîlûxê jî îmha bûye.

Têkildarê wî bûyerî heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê hêz yan partiyekê Rojhilatî ve nehatiye dayîn.