Li ser sînorê Şemzînanê ciwanek hate kuştin
Hêzên dewletê yên Îranê li herêma sînor a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ciwanek qetil kir.
Hêzên dewletê yên Îranê li herêma sînor a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ciwanek qetil kir.
Li gorî agahiyan, li gundê Şikevtan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, Rustem Çakmak ê 20 salî bi hinceta 'binpêkirina sînor' bêdaraz hate kuştin.
Cenazeyê Çakmak ji aliyê malbata wî ve ji cihê bûyerê hate rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.
Dewletên Îran û Tirk her sal bi dehan kesî li ser sînor dikujin. Bi taybetî êrişê dibin ser kolberan.