Li ser navê 'gera xwendekaran' otobus dan ji bo komcivîna Alperanan

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyyûm desteser kiribû li ser navê xwendekaran otobusek da ji bo çûna komcivîna Alperanan a li Enqereyê.

Çend meh berê ji bo ku beşdariya li mîtînga Serokkomar Erdogan zêde be, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi qasî 2,5 mîlyon lîrayan îhaleya kirêkirina wesayîtan li dar xistibû. Şaredarî niha jî fînansman û wesayîtan ji çalakiyên MHP û BBP’ê re eyar dike.

Şaredariya qeyyûm ji bo beşdariya li komcivîna Alperanan a li Enqereyê li ser navê ‘gera xwendekaran’ ewraqên sixte amade kir û li ser van ewraqan otobus da Ocaxên Alperenê.

Şaredariyê di nivîsa fermî de diyar kir “Di 12 û 14’ê Mijdara 2022’an de ji bo gera xwendekaran otobusek divê were eyarkirin.  Wê xebatkarên me Kûtbettîn Batmaz û Harûn Bûcak jî bi xwendekaran re bin. Wê hemû mesrefên mayîn, mazon û heqê rê ya otobusa bi plakaya 65 AAP 254 were dayîn.”

Piştre derket holê ev otobusa ku qaşo ji bo gera xwendekaran hatiye eyarkirin ji bo mirovên ji Wanê bibin Ocaxa Alperanan a li Enqereyê hatiye eyarkirin.