Li Şengalê bi meşekê şehîdên fermanê hatin bibîranîn

Li navenda Şengalê bi meşekê şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin bibîranîn.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşekî hovan biribû ser Şengalê û bi hezaran jin û zarok jî di nav de revandibû û bi sedan kes jî qetilkiribû.

Ji bo salvegera 5’an a qetlîamê û bîranîna şehîdên fermanê meşek hate lidarxistin û bi dehan ciwan tevlî meşê bûn. Meş ji Taxa Rojhilat destpê kir û heta Dewra Yermokê dom kir.

Di meşê de wêneyên fermanê hatibû rakirin û dirûşmên daxwaza xweseriya Şengalê hatin kirin.

Li Dewireya Yermokê pêşangeha ku wêneyên fermanê li xwe digre hate nîşandan, piştre jî bîranîn destpê kir.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li vir Hizam Abdullah axivî û got: “Ev roj ji bo civaka Êzidî rojeke reş e. Ji ber ku DAÎŞ’ê bi her awayî êrîş kirin û xwestin civaka Êzidî tine bikin. Me jî dosyaya fermanê û komkujiyên li Şengalê hatin kirin ji bo hemû cîhanê şand.”

Oldarê Êzdiî Faxir Xelef jî axivî û diyar kir ku  vê rojê bi dileke xemgîn bibîr tînin. Xelef sersaxî I malbatên şehîdan re xwest.