Li Şengalê amadekariyên êrîşeke nû
Çeteyên bi çek ên ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatine perwedekirin, ji bo êrîşekî nû amadekariyên xwe dikin.
Çeteyên bi çek ên ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatine perwedekirin, ji bo êrîşekî nû amadekariyên xwe dikin.
Hewldana dagirkirina bajarokê Xanesor ê Şengalê didome. Li gorî agahiyê ji herêmê hatin girtin, çeteyê PDK’ê û dewleta Tirk a li bajarokê Sinûnê bi cih bûne, ji bo êrîşekî nû teqwiyeya çekên giran dike.
Hat diyarkirin ku koma çete ji bo bikaranîna hewana amadekariyan dike.
Li aliyê din li gorî daxuyaniya ji aliyê serokatiya herêmê ya Başûrê Kurdistanê ve hate kirin, hat diyarkirin ku wê êrîş dewam bikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Ti kes yan ti hêz nikare hêzên pêşmerge asteng bike.”