Li Semsûrê erd hejiya
Li navçeya Samsatê ya Semsûrê bi pîleya 5,4 erdhej çêbû. Gelek avahî hilweşiyan û 13 kes birîndar bûn.
Li navçeya Samsatê ya Semsûrê bi pîleya 5,4 erdhej çêbû. Gelek avahî hilweşiyan û 13 kes birîndar bûn.
Li navçeya Samsatê ya Semsûrê saet di 03.34’an de bi pîleya 5,4 erdhej çêbû.
Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê diyar kir ku saet di 03.34’an de li navçeya Samsatê ya Semsûrê erdhej çêbûye.
Hate ragihandin 1,4 kîlometre di binê erdê de ev erdhej çêbûye û pîleya wê jî 5,4 e.
LI GELEK BAJARAN HATE HÎSKIRIN
Erdhej li Amed, Riha, Mereş, Dîlok, Meletî û Batmanê jî te hîskirin.