15'ê Tebaxê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Li Yerşov û Tîmonîno yên navçeya Saratovê ya Rûsyayê Kurdistaniyan ji bo Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê civîn li dar xistin.
Li Yerşov û Tîmonîno yên navçeya Saratovê ya Rûsyayê Kurdistaniyan ji bo Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê civîn li dar xistin.
Kurdistaniyên li Yerşov û Tîmonîno ya navçeya Saratov a Rûsyayê ji bo Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê civîn lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û derheqê girîng û maneya Cejna Vejînê Kurdistaniyan bîr û boçûnên xwe gotin.
TÎMONÎNO
Serokê Otonomiya Kurd a Tîmonînoyê Ismaîl Yûsûpov di axaftina xwe de got 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan tê maneya vejînê û tê maneya ragihandina şer a li dijî dijminên Kurdan.
Yûsûpov her wiha diyar kir dewleta Tirk a faşîst her ku li bara têkoşîna azadiyê derbê dixwe û qels dibe êrîşên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û li ser Kurdên li cîhanê girantir dike.
Serokê Otonomiyê bal kişande ser êrîşa Qezakîstanê ya li ser Kurdistaniyan û got ew dewleta Qezakîstanê şermezar dikin.
YERŞOV
Civîneke ji bo 15’ê Tebaxê her wiha li Saratovê ya Yerşovê pêk hat. Di civînê de endamên Meclîsa Kurd Yerşovê axivîn û diyar kirin 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan destpêka têkoşîna çekdar e û bi Pêngava 15’ê Tebaxê Kurdan heta bi îro xwe gihandine.
Di axaftinan de êrîşên li Qezakîstanê ya li ser Kurdistaniyan hate bibîrxistin û hate gotin li pişt van êrîşan dewleta Tirk a faşÎst heye û bang li dewleta Qezakîstanê kirin ku neyê van lîstikên nîjatperest û êrîşkar werin cezakirin.