Li rojnamevan Orûç 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li rojnamevan Azîz Orûç 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.

Bi hinceta parvekirinên li medya civakî li dijî rojnamevan Azîz Orûç bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" di sala 2017'an de doz hate vekirin û rûniştina 10'emîn a dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Rojnamevan Orûç bi rêya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tevlî rûniştinê bû.

Dozgeriyê xwest Orûç ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Heyeta dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Orûç birî.