Li Rojhilatê Kurdistanê kuştina kolberan didome

Hema bêje rejîma Îranê her roj kolberên Kurd li ser sînor dikuje û vêya li pêşiya çavê hemû cîhanê dike. Her roj agahiyên li ser kuştin û birîndarakirina kolberan dikevin ajans û rojnameyan.

Li gor malpera Kolber Newsê, 14’ê Çileyê kolberekî ji bajarê Serdeşt dmea dixwest li ser Çemê Noban re derbas bibe, kete avê û xeniqî. Diyar bû navê kolber Osman Remezan e.

Her wiha kolberekî din jî ku li gel Ramêzanî bûye, di encama hewayê sar de her du destê xwe ji dest dane. Navî wî jî Haşim e û hemwelatiyê gundê Çarstûn ji herêma Selmasê ye.

Dîsa di roja 13’ê Çile, hêzên rejîma Îranê êrişê komekî kolberan kirin, di encamê de koberekî 25 sale bi navê Sîrwan Hesenzad ji pişta xwe ve bi giranî birîndar bûye.

Di heman rojê de, hêzên rejîmê ku li pêgeha Biroyişkanî nêzîkê gundê Nenûr yê Bane, gule li kolberên Kurd barand û di encamê de 3 kolber birîndar bûn.

Yek ji kolberên birîndar Namiq Qulamî ye ku zewiciye û du zarokê wî hene, ji ber giraniya birîna wî rakirin nexweşxaneya Sinê, lê piştî çend saetan jiyana xwe ji dest da.

Du kolberên din bi navê Karzan Emînzade û Cebar Ehmedî ku xelkê gundê Xurî yê Banê ne, ji zik û ranê xwe birîndar bûne. Rewşa tendirûstiya her du kolberan ne başe, li aliyê din jî Karzan Emînzade birine nexweşxaneyekî li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê.

Dîsa li ser xeta kujer ya rejîma Îranê, roja 12’ê Çilê kolberekî Kurd ji bajarê Serdeştê bi navê Şehriyar Xizrî  bûye hedefa gulleyên rejîmê. Ev kolber ji serê xwe ve bi tundî birîndar bûye û ew derbasê nexweşxaneya bajarê Ûrmiye kirine.