Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin qetilkirin

Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên din qetil kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh hêzên rejîma Îranê, li herêma Bozî Mêrgesir ya li Binarê Qendîlê, êrîşê komek kolber kirine.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Îbrahîm Ebubekir yê xelkê gundê Nemincê a ser bi Pîranşarê jiyana xwe ji dest daye.

Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên rejîma Îranê duh li herêma Çaldiran ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê, êrîşê komek kolber kirine. Hate gotin ku di encama vê êrîşê de jî kolberê bi navê Ziyad Hatemî hatiye kuştin.