Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi pileya 5.9 erd hejiya
Li navçeya Gîlanî Garp a bajarê Kirmanşan yê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9 erdhej çêbû.
Li navçeya Gîlanî Garp a bajarê Kirmanşan yê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9 erdhej çêbû.
Erdhej li bajarên Hewlêr, Kerkûk û Silêmanî yên Başûrê Kurdsitan û li paytexta Iraq Bexdayê jî hate hîskirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê erdhej saet 16:43’an bi pileya 5.9 pêk hatiye û navenda wê jî navçeya Gîlanî Gar a eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye.
Têkildarî ziyanên di erdhejê de heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.