Li Rojhilat kolber û kesibkar rabûne ser piyan

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî polîtîkayên aboriyê yên rejîma Îranê, piştî ku deriyê sînor ku tekane deriyê debarê bû, hate girtin çalakiyên ku dest pê kirin li hemû herêmê berbelav bûn.

Kesên ku debara xwe bi kolberî û kesibkariyê dikin bi heftiyan e çalakiyan dikin. Çalakvan her roj heta bi avahiya qeymeqamiyê dimeşin, bi sifrayên vala polîtîkayên hilweşîner ên aboriyê yên li ser Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin.

Lîderê dînî yê Îranê Alî Hammeney di roja çaran a çalakiyê de ji bo ku proresto kêm bibin yek ji nûnerê xwe endamê Asayişê ya Meclîsa Netewî Saîd Celalî şande bajarê Bane. Lê şêniyê bajêr Celalî protesto kirin û lê guhdar nekirin.

CIWANÊN KU HELWEST NÎŞAN DAYÎ HATE REVANDIN

Ciwanê kesibkar yê bi navê Yadgar Sediqî dema ku Celalî diaxivî helwest nîşan da û got, ‘’Li ser sînor zarok têne kuştin. We deriyê sînor girt û nane gel ji dest dizî. Êdî em ji we natirsin, çi hewce be em ê bikin.’’

Sadiqî piştî vê axaftinê bi rojekê hate revandin û kesek jê ne agahdar e.

Parlamenterê herêma Serdeştê Înê dengê xwe li hikûmeta Îranê kir û got, ‘’Bi girtina deriyê ser sînor 80 hezar kolber û 6 milyon kesibkar bê kar man.’’

WALÎ DAXUYANÎ DA LÊ GEL LI BENDA PRATÎKÊ YE

Waliyê Sinê Behman Muradniya Şemiyê ji ajansa Îsnayê ya Îranê re axivî û got, ‘’Hemû astengiyên ku sînor ji kolberan re were vekirin hatine rakirin. Encamên vê civînê di nêz de wê werin ragihandin. Divê deriyê sînor demildest werin vekirin.’’

Gel jî dibêje ew baweriya xwe bi gotinên nûnerên hikûmetê nayînin û heta ku deriyê sînor venebin wê çalakiyên xwe bidomin.

Her wiha welatiyên herêma Hewramanê gotin ew ê rêya ku diçe ser Deriyê Sînor ê Başbaxê bigirin û ew ê nehêlin ku wesayitên barhilgir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.