Li Rojhilat 4’ê Nîsanê û salvegera damezrandina PJAK’ê hat pîrozkirin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 18‘emîn Salvegera damezrandina PJAK’ê merasîmek hat lidarxistin û dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman.

4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek dewerên Kurdistan û derveyî welat bi merasîmên cûr bi cûr tê pîroz kirin.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna dehan welatiyan, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan, bi danîna şitlan hate pîrozkirin. Di dema danîna şitlanda welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman.

Her wiha di heman çalakiyê de 18’emîn salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK) jî hate pîrozkirin.

Piştî danîna şitlab, welatiyan bê navber dirûşemyên “Bijî Serok Apo” berzkirin.